kabrayek lew deşte seyrî kird wa keleserê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  694 Dîtin

kabrayek lew deşte seyrî kird wa keleserêk kewtuwe û her heł’exatewe ełê: eger ziman bwestê ser selamete! emey be layewe zur seyr bû, ke geřayewe naw şar witî: kuřîne! min îmřo lew deşte şitêkî seyrim çawpêkewt. temaşa ekem kele serêkî bê leşî ademîzad her heł’exatewe û ełê: eger ziman bwestê ser selamete! wityan kuře şitî wa çon ebê? xeber geyşit be padşa û padşa nardî be şwênya û lêy pirsîy. kabra lay ewîş bew core gêřayewe. padşa witî: eger wa nebû çon? witî ewa kelesereke lew deşte? kewtuwe ba biçîn, eger wa nebû le serim bide.

pyawî xiste tekî û çûn. ke řoyştin seyr eken bełê keleserêkî ademîzad be bê leş kewtuwe, bełam qise û şite naka. emca le kabra ałan wityan: xawenî em sere to kuştûte ebê bikujrêytewe le batî! her çende hawarî kird hîç dadêkî negeyand. be fermanî padşa dayan le serî kabra û seryan peřand.

paş ewe kabrayan serbiřî, kelesereke kewte hełxistinewe û destî pêkirdewe: eger ziman bwestê ser selamete!