kabrayekî caf lew wiłate gayekî lê win bibû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  717 Dîtin

kabrayekî caf lew wiłate gayekî lê win bibû, şwên nema be şwênya negeřê. bedem geřanewe řêy kewte naw daristanêkî mazû, kuř û kiçêk lewê mazûyan ekird. em ewanî dî ewan emyan nedî. gwêy lê bû kiçeke be kuřekey ewt: boç ewende seyrim ekey? kuřekeş eyut: çawekem herçî dinyaye û herçî le dinyada heye le naw ew çawe cwananeta eybînim. kitupiř kabra lêyan řast buwewe û witî: gûy toy lê newarê a biza gakey min nabînî le çawya, dinya nema boy negeřêm.