sałêk zû le kerkûk kabrayekî kurd ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  745 Dîtin

sałêk zû le kerkûk kabrayekî kurd - bîlamanê - be jine cûlekeyek fêr bibû. řojêk eçê bo lay jineke bo małewe, lew kateda - xot tê egey çi katêk - mêrde key dêtewe, ke çawî bew karesate ekewê pelamarî kabray kurde eda. kabraş pelamarî ew eda û e’ałên be yeka. hendê car kabray kurde cûleke exate jêr. hendê carîş cûlekeke ew exate jêr. eme jinekeş westawe û seyryan eka. ca lew kateda ke cûleke kabray exsite jêr, jineke eyut: adey lêy de ew ḧîz û dize, dwênê fêr buwe îmřoyş hatuwetewe. lew kateşa ke kabray kurd cûlekekey enaye jêr eyut: adey lêy de, dest xoş, xoy hîçî pê nakirê nayełê xełkîş bên!