kabrayekî yosocanî lew kateda ke ’êl bar...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  631 Dîtin

kabrayekî yosocanî lew kateda ke ’êl bar eka bo kwêstan, danî dête jan û aramî lê heł’egîrê. pêy ełên westa le kifrî biço bîkêşe, ewîş dête kifrî û eçête lay pyawêkî ser taş ełê: didanim jan eka bim wesaqet! bom derbêre. ełê: başe bawkim dû qiran bide ta bot derbênim. ełê: bira xwa hełnagrê dû qiran, her qiranêkit pê edem. kabra naykêşê.

kabray yosocanî aramî lê heł’egîrê û ełê: bira bêjim çî, derî bêre. emca danêkî pîşan eda ke jan eka ełê: ewese. kabray westa ew daney derdênê; paşan kabray yosocanî ełê: ew didane new, a emese ke êste pêt êjim. pence exate ser dane jan kirduweke û westa ew daneşî derdênê.

paşan dû qiranekey edatê. emca pêy ełê: hey dewît bawik! to gerekit bû dû qiranim bo didanê lê bisênî, wa ezanî herwa pare belaşe. awa daykit egêm. dû didanim pê der hawirdî we dû qiran; her didanêk kewte qiranêk îtir carêkî tir neyjî kurd şit nazanê, awat lê ekem.