kabrayekî dizeyî bare genmêkî birdibû bo ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  825 Dîtin

kabrayekî dizeyî bare genmêkî birdibû bo hewlêr. le naw şara kerekeyan lê dizî bû, ewîş çû milî kerî kabrayekî xoşnawî girt hênay barî xoy lêna û řoyşit. kabray xoşnaw hat witî: em kere, kerî mine. kabray dizeyî witî: hî xome. xełk û xwa kewtine beynewe be dizeyyekeyan wit: kerekey to nêreker bû ya maker? witî: nêreker bû. wityan: de eme makere. witî bełê kerekey minîş nêrekerêkî tewaw nebû, emeş makerêkî tewaw nîye; ke wate her kerekey mine!