kabrayek be řêbwarî řêy ekewête małe...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  519 Dîtin

kabrayek be řêbwarî řêy ekewête małe goranêk, şewê nan da’enên, kabray mîwan heta lûtî dêtewe exwa, hîç namênê, kabray xanexoy bang eka: a kiçe! nan bêne; nanî tir dênin, mîwane ewîş exwa. kabra naçar bang eka nanî tir bênin, nan nemawe; jinî xanexwêke eçête małe dirawsêy panze-bîst nanêkî tir be qerz dênê. mîwane ewîş exwa, le paşa ke hîç namênê, çarnaçarî dest heł’egrê.

le demedemî nûstina xanexwêke epirsê:« bira bexêr, ewe bo kwê oẍir bê?» ewîş ełê: «oẍirit xêr bê, be xwa me’îdem gîrawe hîçim pê naxurê, eçim bo ser ḧekîm». kabra ełê: «kewate tikayekit lê ekem, ke hatîyewe be layekî tira biçorewe bo małî xotan».