sałêk pişêwîyek kewte silêmanîyewe lew...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  472 Dîtin

sałêk pişêwîyek kewte silêmanîyewe, lew pişêwîyeda pyawêk hebû ḧacî ’elî kołekyan pê ewt û pyawêkî dewłemend bû, wîstî çend dûkanêk dirust bika. pyawêkî asnigerî hênabû bo ewey asnekanî leser dîwarekewe bo damezrênê, pêy witbû: em asnane cût cût bixate pał yek. asnigereke le îşî xoy bowe, ḧacî çû seyrî kird, temaşay kird asnekan yeke yeke danrawin!

be asnigereke ełê: westa boç wat kirduwe? min pêm newtî cûte cûte dayannê? westaş ełê:« ḧacî em qisekirdiney pê nawê, le paş sałêkî ke, em dûkanane ebin be hî ême, kewabû min xom arezûm kird ke wabê, to boç ewende diłit pê esûtê?» ḧacîş ełê:« diłim be dûkanekan nasûtê, diłim bew qewme esûtê ke pyawî wekû toy tyaye, ew pyawe ke min pêy ełêm be parey min dûkan boxot dirust ke, keçî řazî nabê çakî dirust bika».