melayek hebû lew deştî dizeyye kuřêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  487 Dîtin

melayek hebû lew deştî dizeyye, kuřêkî lasarî hebû, herçend pêy ewt bixiwêne, ew be gwêy ne’ekird; wayan lê hatbû danyan le yek sipî bûbowe.

řojêk le lakołanêka kuřeke begîr dênê û em gifit û liftey legeł efermiwê: «be xom û be ’esay yedim û mexmerey serim, leber min nebuwaye ’eçir futîk eklî ekirdî. keçî êstakeş piştî dayete cidarekewe, ełê: wełła la eqra».