ḧamd begî caf zor kem qisey ekird û...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  727 Dîtin

ḧamd begî caf zor kem qisey ekird û eyka, ke hate qise, qiseyekî wa eka her tewaw cêgre. legeł ḧamd bega be lay xomanewe zor dost bûyn, le otomobêl gilabû, neçûbûm bo serxoşî. řojêk be telefon serxoşî û çak û çonîm legeł kird, witim: sereta nemzanîbû, paşan małe tazekeştanim ne’ezanî, boye nehatim bo lat. witî: fiłanî em qisanet lê wernagirim, naçête diłmewe. witim: to lewe geřê, êste xo şukir çakî? witî: «şukir sê perasûm şikawe û şanêkim derçuwe, zor çakim». řastî îtir min hîçim pê nema.