yekê le sanekanî hewraman řojêk legeł...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  546 Dîtin

yekê le sanekanî hewraman řojêk legeł melada herwa eçne derewe bo qerax awayî û be lay pełezewîyekî melada tê’epeřn. san xeberî zewîyeke le mela epirsê, melaş ełê: «cenabî san! em qit’ih arzih kih waqi’ bûh leber midî nizirtana leber ewe em seneye mişome qitranî mitir le asmanewe nizulî nebuwe û leber eweş ke bi’îde le ’în alma’î qiryekewe, bû be arzêkî qaḧil û be ẍîr mizru’î leser ḧałî sabqî dewamî kird». san hîç le qisekanî tênegeyşit, witî: «ane çêş mewaçî?» mela be her cor bû têygeyand, înca witî: «ane çêşin? waçe nekałyan û biřyawe».