kabrayekî caf lew binarî hoyetuwe bû be...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  970 Dîtin

kabrayekî caf lew binarî hoyetuwe bû be mîwanî małêk, małeke dû segî êcgar diřyan hebû; kabra le tirsî segekan pêş nustin neywêra biçête ser pêşaw. şew gû zorî bo hêna û naşwêrê biçête derewe, lewanebû bîşîka be xoya. hîç çarî nedozîyewe lewe zyatir nebê ke małeke minałêkyan le bêşkeda hebû, hesta be dizîyewe çû desrazey minałekey kirdewe û piř gozełey minałekey kird le pîsayî.

zorî pê neçû, bon û berame jûrekey piř kird. bawik û daykî minałe xeberyan buwewe, lem bone pîse zor sersam man, ke minałekeyan kirdewe gozełe êqî kirduwetewe û wityan em minałe ta êsta way nekirduwe, eme îşî minał nîye. kabraş le jêr cêgekeyewe gwêy le qisekeyan bû, hełîdaye, witî: «bira! ta êwe segî wa diřtan bibê, minałtan lewe zortirîş pîsayî eka».