xałe meḧmû nawêk le sûsey seydan hebû ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  582 Dîtin

xałe meḧmû nawêk le sûsey seydan hebû, kiçêkî bû, kabrayekî xizmî daway kird, neydaye; day be pyawêkî ke. kabray xizmî şew çûbû agirî be keprekey xałe meḧmuwewe nabû, peyjekeşî lê labirdibû, hemû nwên û şitumekekey sûtabû. înca beyanî le mizgewt xałe meḧmû ḧekayetî xoy gêřayewe bo şêx babe ’elî sûse. ewîş witî: «xałe meḧmû! heriçkes buwe ḧewałey xway bike». xałe meḧmûyş be tuřeyîyewe witî: «wis be xizme! yaxwa herçî şehadey be şanî miḧemmed hênawe, ḧeqî nekewête lay xwa. xwa ta êste heqî kêy senduwe, ta heqî minîş bisênê?»