kabrayekî kurd carêk řêy ekewête beẍda ...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
830 Dîtin
kabrayekî kurd carêk řêy ekewête beẍda, germa ebê, kabrayekî ’ereb her bang eka: may barîd. kabray kurde ełê: ha bira! têke lew may barîde bayîy dû qiřan! îtir eyxiwatewe û seyr eka eme her awe û hîçî tir! egeřêtewe bo wiłat, kuřukał basî beẍda dênne pêşewe, ewîş ełê: kuřîne! eger çûne beẍda û kabra bangî kird may barîd neken bîxonewe her awe petîyekey lay xomane!