hetîwêk le dêy pîran bû nawî mewle bû ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  659 Dîtin

hetîwêk le dêy pîran bû nawî mewle bû, zor bêdesełat û destepaçe bû, her kes heł’esta lêy eda û têy heł’eda. taze îngilîz hatbuwe wiłatewe, mewle řojêk legeł hetîwêkî ke nawî eḧe huje bû şeřyan bibû, eḧe huje mewley nabuwe jêr xoy, herçend leqey eda be kelekeya mewle wekû dał eyşîřan! ke çî pîrêjnekey daykî hawarî ekird: xełkîne bo xatrî xwa mewle bigirin ba yekê nekujê, dewr dewrî majoře!