melayek leser kanîyek danîştibû kabraye ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  591 Dîtin

melayek leser kanîyek danîştibû, kabrayekî kurd le qirçey nîweřoda le řêwe hat, legeł geyşte ser kanî, leser lep lêy řakşa û demî xiste kanîyekewe têrupiř awî xwardewe, mela witî: řołe carêkî ke bem terḧe dem mexere awewe xirape. witî: qurban boçî xirape? mela witî: bo ’eqił zyanî heye. witî: mamosta eqił çîye?! mamosta witî: řołe legeł tom nîye. ewe car car leber xomewe wiřêne ekem, egîna be tom newt!