westa gurunî bergidrû hebû le suleymanî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  589 Dîtin

westa gurunî bergidrû hebû le suleymanî, dûkanekey le qeyserî wesman paşada bû, şagirdêkî hebû xuley naw bû, hemû řojê xule eçuwe ser kune beřoçkey qeyserîyeke bangî ekird: westa biçim bo serçinar? ewîş eyut: biço gyanî westay.

lepaşa pêyan wit: ewe boç îznî edey? ewîş witî: îznî çî edem?! ew çakî lê kirduwe be lada, twêşûy lê bestote piştî û dardestey girtuwe be destewe. îznî bidem û nedem her eçê, newełła bo em pirse gurganeye ne xom pyaw xirap ekem, ne qisekeşim eşkênim!