pyawêk hebû ta biłêy jîr û dana û be...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 11 Xulek  1085 Dîtin

pyawêk hebû, ta biłêy jîr û dana û be řa û tegbîr bû, seretay jyanî be hejarî û bê newayî têpeřandibû, jîrîyekey xoy geyandî be payeyekî berz, be lay padşay ew şarewe bû be wezîrî desteřastî û bû be yeke pyawî ew wiłate, ewende heye pyaw le hemû layekewe boy naye, em pyawe way bo hatbuwe pêşewe her jinêkî ehêna zorî pê ne’eçû jinekey ebû be dostî padşake, ya be kurdîtir bîłêyn padşa pêy fêr ebû! çar naçar emîş leber ewe emey pê hełne’egîra ewey tełaq eda û eçû yekêkî key ehêna, bełam leber ewe bext çewaşe bû, ya jin bê çarşêw bû, ewîş her way lê ehat!

kabra îtir hate ser ewey witî: ya emete jin nahênmewe yan emete ebê biçim bisûřêmewe jinêk peyda kem ban destî nebê le jîrî û danayîda, emeş bo ewey bizanim aya hemû jinêk nizmî û berzîy zeman hełî exłetênê û gałtey pê eka? yaxud jin heye û janîş heye!

lêy da řoyşit gelê sûřayewe negeyşit be miraz. řojêk milî řêy girtibû, destî le qołî gêjawî fîkir kirdibû, hengaw hengaw řêgekey ebřî. kitupiř tûşî pyawêkî pîrî keneftî besałaçû bû, ke ewîş wirde wirde xerîk bû ew řêgeyey ebřî, witî: bexwa başe eme bo hawdengîm peyda bû ba legełî bibim be hawřê û pêkewe legeł ew řêgeke bibřîn.

çû siław û mandûnebûnî lê kird û legełî řêkewt bo pêkewe be řêgeda řoyştin, zor neřoyştin be kabray wit: xałe ewa ême be řêgeda eřoyn ba pêplîkaneyek dirust bikeyn! kabray pîre lem qiseye tûře bû, emîş witî: xałe bo tûře ebî xo şitêkî xirapim newtuwe. witî: małkawil, şitî xirapî çît newtuwe, to şêt bûy ya gałte be min ekey? pêplîkaney çî? bo çî dartaşim, westam, çîm? ewa eger dartaşîş bim lem deşteda min teşwê û heře û dar û textem le kwê bû ta bênim pêplîkane legeł to dirust bikem!

emîş îtir hîç dengî nekird û lêyanda řoyştin, lepaş hendêk tûşî řûbarêk bûn. kabra dîsan řûy kirde xałey pîre û witî: xałe ba lem ser řûbare pirdêk dirust keyn! xałe ewendey tir şêt bû, witî: kabra bew sey saqe bibê û nebê to şêt bûy, ya her etewê tîtałî be min bikey, çi řayet ekewê? boç min gałteçîy tom?! kabra witî: xałe boç tûře ebî, xo xirapim newtuwe! witî: mirdût mirê, çon xirapit newtuwe. boç min bennam pirdim pê dirust ekey? ewa bennaş bûm, lem deşteda min berd û qisił û kerestem le kwê bû bênim pird bo to dirust kem! kabra îtir hîç dengî nekird.

hendêkî tir řoyştin û geyştine qerax awayî, tûşî pełe genmêkî nayab bûn, kabray pîre řûy kirde emî tir û witî: em pełe genme hîy mine, çawit lêye maşełła çon hênawye û çon gułî piř danî heye? emîş witî: bełê pełe genmêkî be qef û piř dane, eger be sewzî nexurabê! kabra em care îtir wekû fîşeke şête çû be ’asmana û har bû, witî: kabra birya milim bişkaye û legeł to nebûmaye be hawřê, xo to lem řêgeda be qisey qoř û bêseruber minit tûşî dîq û zîq kird!

witî: boç tûře ebî xo xirapim newtuwe? witî: canewer çon xirapit newtuwe? ey xirap çone? tu xwa genim leber çawte qefî kirduwe, danî girtuwe, wişk buwe û zerd hełgeřawe, çaweřêy dirwêneye, keçî to ełêy eger be sewzî nexurabê! axir nazanî eger bixuraye çon ema? kabra îtir hîç dengî nekird, çûne awayîyekewe, xałey pîre çuwewe bo małî xoy û emîş çû bo mizgewt.

xałe pîre zor mandû bû, ke çuwewe małewe kiçêkî taqaney hebû, hat be pîryewe birdî dayna, kiçe seyrî kird bawkî zyad le caran mandûtre, pirsî: babe îmřo kabrayekî gêl û gewcim tûş bû, bûyn be hawřê, be qisey hîçupûç min çende mandû bûm, ewendey tir bew qisane bê sîḧetî kirdim, eger biřwa ekey mêşkim lay xom nemawe! witî: babe qisey çî legeł ekirdî? witî: çuzanim bom nagêřdirêtewe; paş ewey ke hendêk be řêgekeda hatîn pêm ełê ba peyje û pêplîkane dirust keyn, tozêkî tir hatîn geyştîne ser řûbarêk keçî pêm ełê ba pirdêk dirust keyn, geyştîne qerax awayî tûşî genmekey xoman bûyn ke wextî dirwêney hatuwe, min ełêm genmî çake, keçî wa ełê eger be sewzî nexurabê! ew genim leber çawyewe zerd buwe keçî wa ełê, ya lewanî tira lay waye min dartaşim û bennam, qisey wam legeł eka, dey îtir çon mêşkim le sera emênê?

kiçe witî: ca bawe xo ew qisane hemû qisey jîr û danayaneye û to ebuwaye pêt xoş buwaye, keçî êsta ełêy mêşkî birdûm?! xałe pîre witî: çon kiçim? nabê eqłî toş bûbê be eqłî ewewe. kiçe witî: bawe ke pêy witûy were ba pêplîkane dirust bikeyn, mebestî ewe buwe were ba pêkewe qise bikeyn û be qise řêgeke bibřîn! ke leser řûbareke pêy witûy were ba pird dirust keyn, mebestî ewe buwe, were ba pêkewe qoł bikeyn be qołî yeka û le aweke bideyn, çûnke eger dû kes bîn behêztir ebîn û aweke namanba! ke le řoxî genmekey xoman pêy witûy eger be sewzî nexurabê, mebestî ewe buwe, ke eger be selemit nedabê û her zû serit tya nebirdibê! bawe ebuwa to be hawřêyetîy pyawî wa bare şarit bihatayetewe newek bew core xotî lê zîz key. êsta ew kabraye çî lê hat û bo kwê çû?

xałe pîre ke gwêy le qisey kiçekey bû, çuwe diłyewe ke ew pyawe pyawêkî dana buwe û em le xořayî diłî řencanduwe, witî: wełła kiçim çuwe mizgewtekewe, witî: kewate heste biço bîhênere małewe û diłnewayî bike! xałey řîş sipî hesta çû bo mizgewt û pyawekey dîyewe û gelê le xoy burdewe û diłnewayî kird û hênayewe bo małewe, le řêgeda kabra pêy wit: xałe axo kê em qisaney minî têgeyandûy? witî: kesî xałî, ewey řastî bêt kiçêkim heye ewîş derdî to serî lem qise be twêkłane exurê û gîrim xwarduwe be destyewe. kabra le diłî xoya tozê fîkirî kirdewe û witî: to biłêy ewî min be şwênya esûřêmewe eme bê?!

lêyan da çûne małewe, kiçeke le małewe bû, xoy dapoşîbû, hendê guł û gyaş lenaw ḧewşekeda bû. kabra řûy kirde xałî řîş sipî û pêy wit: wa dyare gułî em małe bê bon û tałe! xałe dîsan lem qiseye - wekû qisekanî tir - tûře bû, xêra kiçeke lew lawe serpoşekey xoy lada û witî:

gułî em małe gułebaxî ałe
be řeng û boya awî zełałe!

kabra ke temaşay kird ebînê dukançey cwanî em kiçe legeł baxçey hoş û bîrekeyda wekû dû takî terazûy zêřînî ałtûnkêş waye ke hîçyan beser hîçyana nîye û mû le mû cya ekenewe! nazanê pabendî bazařî cwanîy bê, ya gîrodey jîrîy bê? ew şewe mayewe û beyanî xwazbênî kiçekey le bawkî kiçe kird, çarenûsî asmanî le awêney zîndekanî ew duwaneda be qełemî nihênî û be merkebî xoşbextî û be nigînî suleymanî kałay yek biřîn! xurşîdî xeraman bû be hawserî pelk sewzî dastan, xermanî jîrî û danayî bû be hawřazî nuktebêjî deryay zanayî!

kabra pelî kiçey girt û hênayewe bo wiłatî xoy û le sera û koşkî xoya dayna, înca dergay řazî nihênîy xoy bo kiçe kirdewe, ke çon ta êsta her jinêkî hênawe padşay ew şare destî xyanetî legeł kirdotewe û çon ew jyane naçarî kirduwe ke îtir waz le jyanî jin û mêrdayetî bênê û çoł û byaban bigrête ber bo jinêk ke ne la le ’en’enatî dinya bikatewe, ne destî sitemkaran bitwanê bîşekênêtewe, ta tûşî bû be tûşî emewe.

lepaş maweyekî kem, padşa bîstî ke em pyawe jinêkî tirî hênawe, jinêkî wa ke ne perî eygatê, ne ademî! padşa kewtewe ser hewesřanîyekey caranî! nardî be şwên kabrada û bangî kird, lepaş qisewbasêkî zor be çeperî nardî bo wiłatêkî dûr! kabraş xoy ezanê çi base! hatewe bo małewe û keynubeynî le jinekey geyand, jine witî: biço be şwên îşî xotewe û be bêwey dêytewe. kabra lêy da řoyşit û padşa kewte şewê paş nwêjî xewtinan, wełamî nard bo małî kabra ke be mêwanî dêt bo ewê! jine ke bîstî padşa ebê be mîwanyan hesta małî řêk xist û xoy le dinyay cwanîda zor cwan bû, sereřay ewe, hênay ewendey tir xoy cwan kird û xoy kird be peykerêk gelê le xeramanî çîn cwantir!

zorî pê neçû padşa hat û be destûrî şewnşînî newek be destûrî padşahî, çû danîşt, ke çawî be jine kewt, piřşey karebay jine xistye ’alemêkî tirewe! aramî lê hełgîra û kewte destidrêjî û namerdî, jineş hîç xoy têk neda û be ’îşweyekewe eyut: bênewayek ke bibê be beşî padşayek eme ewpeřî xoşbextîye bo ew bênewaye, çi peleyekte îmşew, newek her îmşew bigre hemû şew be diłî xot mîwe le baxî cwanîm eçnît, êsta nanim bo dirust kirdûy, pêkewe nan exoyn û paş ewe ekewîne ser serînî bezim û sefa!

jine her lepêşewe çend hêlkeyekî kułandibû, her hêlkeyekî be řengê řeng kirdibû, yekê sûr û yekê şîn û yekê zerd û heryeke be corê, hêlkekanî naye naw sînîyek û serpoşêkî da be serya û legeł nana dayna bo padşa û xoyşî lew lawe danîşt, padşa serpoşî lada û hêlkey řengawřeng derkewt, hêlkeş pak nekirabû, jine destî bird yekê le hêlkekanî bo pak kird û leber destya dayna û witî: fermû. padşa ewey xward û înca daneyekî tirî bo pak kird û boy dana, bew core çend hêlke hebû hemûy bo pak kird û boy dana û padşa le hêlkey sewz û sûr tund bû! paş têr bûn kewtewe giřugał, înca jine witî: padşahim êsta to çît xward? witî: dyare hêlke. witî: em hêlkane le dîwî derewe heryeke řengêkyan hebû, aya lenawewe hîç cyawazîyek hebû lebeynyana? witî: ne, hemûy hêlke û yek tam û lezzetî hebû.

witî: padşahim, jinîş hemûy her waye, ba le řwałeta zerq û birqêk lebeynyana bibê, le esłî jinêtîda hemû her yekin, eme û dîsan to padşayt, padşa bo mîllet wekû bawik waye, aya bawik dest bo namûsî kiç û kuřî xoy dirêj eka? em mêrdey min kuřêkî cigersozî toye, çawit lêye çon be dem hemû îş û karêkewe beser eřwa newek be pê, êsta çon to wîjdanit ewe heł’egrê ke destî dizî û xyanet bo małî ew dirêj bikey?! padşa ke em qisaney bîst wekû camê awî sard biken be serya bew corey lê hat, le şwênekey xoy řast bowe, witî: kiçim leser destî toda ewa mercim kird ta mawim bawkêkî mîhreban bim bo hemû kes. lêyda řoyşit.

paş maweyek mêrdî jine hatewe, bełam le kirdewey pêşînî padşa em careş her wa eçuwe diłîyewe! hatewe bo małewe û hestî kird ke padşa hatuwe bo ewê. serî xiste ser jinekey û jineş çî řûy dabû hemûy bo gêřayewe, îtir lepaş ewe behoy jîrîy em jinewe hem mêrdeke kewte dinyayekî tirewe, hem padşayş kewte ’alemêkî tirewe!