babekirî selîm aẍa qaqezêkî nihênî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  601 Dîtin

babekirî selîm aẍa, qaqezêkî nihênîy nûsîbû bo mendubî samî le beẍda, qaqezekey dabû be dû xizmetkar ke bîben bo beẍda û bîdenê, bełam nabê bikene karê ke kes pêyan bizanê û nabê be hîç cor dest û pêwendî ḧukmetî ’êraqî pêy bizanê. kabrakan zor be nihênî û bêdeng serlebeyanîyek egene beẍda û eçin le çayîxanekey jêr utêl «ûجنەالشارع» da’enîşin bo ewey nan, çayî, şitêk bixon û henaw û banîş germ bibê ew wexte biçin qaqezeke bigeyenin.

le beẍdada kifte û kubbefroşî destigêř heye, le wextî nanxwardna be çayîxane û utêlekana esûřênewe, îtir bang naka kifte ya kubbe, çuwe her şwênêk be dengî berz ełê: kerîm ya kerîm, merdumeke tê’egen. lew kateda ewan le çayîxaneke danîştûn kabray kubbefroş eçête jûrewe leser řewştî xoy çawêk be merdumekeda egêřê û bang eka: kerîm, ya kerîm. yekê lew dû kabraye nawî kerîm ebê, her ser enête binagwêy hawřêkeyewe ełê: bira hełse ba biřoyn, ełên beẍda casûsî zore řast eken, ême hêşta neçûynete derewe ewe kabra nasînî û bangî kirdim, be qur’an ḧukmet pêman bizanê pelpelman ekat!

lûs û barîk heł’estin û her lewêwe egeřênewe, dênewe karesateke bo babekir aẍa egêřnewe!