kabrayek le wiłatî sûr sûr le qeraẍ ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  611 Dîtin

kabrayek le wiłatî «sûr sûr» le qeraẍ awayîyek, tûşî gawanêk bû, gagelekey beřełła kirdibû, xoyşî danîştibû, emîş çû le layewe danîşt û herwa destyan kird be qisekirdin. pêy wit: maşałła gageleket zore, ebê nanî çakit bê? witî: be xwa kake erkî zorim le sere lem dêye. le layekewe gizîryanim, melayanim, gawanyanim legeł emaneşa «destî bird zûřnayekî derhêna û destî kird be zûřna lêdan». gyanêkim bem fîq fîqeyeye! eger eme nebê le birsana emirim!