ḧacî biraym aẍay ’enbar legeł ḧemeřeḧîmî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  570 Dîtin

ḧacî biraym aẍay ’enbar, legeł ḧemeřeḧîmî pyawî, eçin bo sabłax, le řêgeda tûşî masîyekî zile ebin ḧacî diłî lê eçê, ełê: ḧemeřeḧîm bîkře û bo em nîweřoye bom bike be kebab! ḧemeřeḧîm masî ekirêt û eybatewe, ḧacî nwêjî nîweřo eka û ełê: ḧemeřeḧîm xewm dê tozê enûm, ke hestam ew wexte nan exom. ew enwê û ḧemeřeḧîm masî dirust eka, eçête derewe nazanim çî bênê, ta dêtewe pişîle masîyeke efřênê, tenha kilkekey emênêtewe! ḧemeřeḧîm leme zor pest ebê û masîy tirîş nîye bîkřê. naçar dênê kilke masî eba eyhenwê be destuplî ḧacî aẍada û paş ewe cwan û puxt xoy qawełtî pê eka!

ḧacî aẍa le xew heł’estê û ełê: ḧemeřeḧîm masîyekem bo bêne. ełê: qurban masî çî? to lepêş eweda binûy bom kirdî be kebab û xwardit! ełê: kuře quřimsaẍ le kwê xwardim? ełê: qurban bo çî cinêw edey! to carê bonî destî xot bike bizane êstayş bonî masîyekey lê dê yan na? eme çîye her le xotewe hemû car pyaw eşkênî? ḧacî bonî destî xoy eka, seyr eka řast eka bonî masî lê dê! ełê: desa be gořî babim řast ekey xwardûme, dyare masî keranbawgaw hîç berge nagrê û biřî se’atêk naka, kwêřa bem se’ate xewe birsîm bowe? desa be serî to zorim birsîye şitêkî tirim bo bêne ba bîxom!

ḧemeřeḧîm nanî tirî bo dênê û ełê: qurban to hemû car bê ewe le şit wird bîtewe herwa le xotewe wa tûře ebî serim ebey be řîşî babma. ewîş ełê: qeynaka gewceke!