dû kabra dirawsê bûn yekêkyan dû jinî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  883 Dîtin

dû kabra dirawsê bûn, yekêkyan dû jinî hebû, hemû řojêk beyanîyan zû heł’esa eçû le mizgewt nwêjî ekird. dirawsêkey pirsî: ewe bo çî to hemû řojêk eçî nwêjî beyanîyan be cema’et ekey? minîş zorim le la xoşe bêm û nwêj be cema’et bikem xeberim nabêtewe û hemû řojê nwêjî beyanîm eçê.

kabra witî: xizme to taqe jinêkit heye! çunke her xoy le małaye derbestî ewe nîye le qyameta biçête beheşt ya ceḧennem. pirsî: ey to? witî: min çunke dû jinim heye, leber ewe ke her yek be cya diłim řabgirê legeł mela bangî da yekê cilekanim bo edozêtewe û yekê qaçim eşêlê û be dewrma dên, ta xeberim ekenewe, cilekanim bo egirin heta leberî ekem, pêławekanim bo da’enên û ełên ba nwêjeket neçê û xwa lêt neřencê!

kabray tir witî: wa çake minîş jinêkî tir bo xom bênim. çû jinêkî key hêna, zorî pê neçû pişêwî û ajawe kewte małekewe! îtir hemû wextê şeř û hera bû. kabra ’eyşî lê tał bû, hêşta nîweşew bû ke le mał der’epeřîye derewe! beyanîyek kabray hawřêy hate mizgewt, seyrî kird ewa ew zûtir hatote mizgewt. be pêkenînewe witî: her du’ay xêrim bo bike, agat lêye beyanîyan çon zû dêyt bo mizgewt û nwêjeket naçê! kabra witî: yaxwa bew du’ay xêrane bê ke min bot ekem. hey nacnisî bedfesał! axir bawkitim kuştibû, biratim kuştibû, to çi řeqêkit le min bû bem derdet birdim!