ḧeme begî ḧacî řesûł beg gêřayewe, witî ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  835 Dîtin

ḧeme begî ḧacî řesûł beg gêřayewe, witî: kabrayekî kurd meřumałatêkî zorî hebû, legeł taqe kuřêka zorî xoş ewîst û hemû řojêkîş eynarde lay řaneke. řojêk kabra legeł jinekey qisey kird, witî: zor ḧez ekem jin bo kuřekeman bihênîn, elî miray biram kiçêkî heye herçî bê ew baştire, ba boy bênîn.

bem core biřîyanewe û kabra çû xwazbênî kird. lepaş çend řoj bûkyan gwastewe, êware kuře řanekey hênayewe bo dewrî mał, bangyan kird. ke hat çawî be bûk kewt. hawřêyekî xoy ke dirawsê û hawmałyan bû lew şwêne bû, řûy têkird witî: ḧeme ewe çîye? witî: ewe bûke bo toman hawridge biçore lay. witî: ḧeme mirdigit mirê! min bem geługun û řankewe ḧedim çîye biçme lay ew horye? ew le ałwałada êjî gułingî sûre! ḧeme witî: kuře naynasîtewe? witî: nawełła. witî: kuře ew kitkałî kenîşkî mamete; kitkał! xom û xot ke le kewaney řana hemû řojê keřetê le dwawe şitman lê der’ehawird! bem core pêy nasandewe!

şew beserda hat, zawayan hêna bîkene perde. daykî zawa witî: řołe ebê amojgarît bikem ke çon biçîte lay. witî: daye bo çî wa ezanî hîçim nedîge? çuwe perde, zor çak kutaye paşî bûk û hate derewe û witî: bûm be zawa. daykî zawa legeł yek dû jin çûn temaşayan kird hîç nîşaneyek nebû, zawayan bang kird wityan kuře xo to diro ekeyt, newwît we zawa, řûy kirde jineke û witî: ey eger nebûm be zawa eme gwî êweye wa be leşmewe? jinekan wityan were wa nabê şwênekeyan bo bas kird. dûbare nardyanewe jûrewe. em care ke îşî cêbecê kird û çawî be xwên kewt hate derewe serî naye gwêy bawkîyewe û witî: bawe! heta małman neyanzanîge barke biřoyn. bawkî witî: boçî çî buwe? witî: bawe hurgîm diřîge! bawkî witî: metirse řołe ewe nîşaney zawayetîye qey naka!

sibeynê řoj buwewe, kuře witî: be xwa bawe legeł řan naçim yan ebê kitkałîşim legeł bê. bawkî witî: řołe nebuwe be bilu kitkał bêt, nabê bêt. witî: desa kuzekey ewem. bawkî fîkirî kirdewe, çû gurçîley meřêk keseryan biřîbû hênay dayê û witî: ewe kuzekeye bîbe legeł xot. kuře gurçîley hêna le dûrî awayî weser berdêk dayna her toze na tozêk eçû maçêkî ekirdewe û day’enayewe!

kitupiř qełeřeşêk hat gurçîlekey hełgirt û birdî! kuře be bawkeřo hatewe małewe. bawkî pirsî çîye? witî: bawe qel hat kuzekey bird! bawkî witî: řołe hera meke bom sendûyewe. witî: be xwa be çawî xom neybînim biřwa nakem, witî: biço temaşake. kuře çû, jinekey derpêy bo dakend û nîşanî da, kuře fîkeyekî kird û witî: hey bawkim bê we qurbanit le tirsî qeleke xoy xerangese kêwe?