guł leber meẍrûrî key heytî serî perwayî min

Li pirtûka:
Dîwanî Fanî
Berhema:
Mela Ḧusên Fanî (1883-1983)
 1 Xulek  794 Dîtin
guł leber meẍrûrî key heytî serî perwayî min
key le serkêşî diřk deřwa lejêrî payî min
bo şiksitî min fîraqit hîç qisûrêkî nekird
kaẍezêkî piř le pêç û loçe sertapayî min
her wekû neqşî qedem min serfîrazîm bo çîye
xaksarî têdegey binwařîye sîmayî min
damenit bo ladedey fanîNasnava edebî le dunya, key dega
awî em beḧre be piştî pêy îstiẍnayî min?