le dewrî qacarîyekana qunsułî ’usmanî le ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  742 Dîtin

le dewrî qacarîyekana qunsułî ’usmanî le «sine» hebû, herkes biçuwayete jêr beydaxî ewanewe, ebû be «tebe’e». řewştî cêbecêkirdinî em tebe’eyeş eme bû; her kes bîwîstaye bibê be tebe’e eçuwe ber «qunsułxane» û eyut: ebim be tebe’e. qapîwaneke ehate derewe, panceyekî teř ekird û eyna be nawçewanîyewe û eyut: biřo tebe’e be!

westa baqrî delak çû, bû be tebe’e û lepaşa çuwewe bo małî xoyan - małyan le geřekî «corawa» bû - be tûřeyîyekewe bangî kird le ḧenîfe xanmî jinî, witî: kiçê parwê nanim bo bêne. ḧenîfe xanmîş serî sûřma, witî: pyage! em zwanet le kwê hawridge? westa baqir witî: ełêm parwê nanim bo bêne qeḧbebab, egîna heł’estim be xincukan parçe parçet ekem! ḧenîfe xanim hatewe qise û witî: pyage bo řazî xwa, to sineyî, daykit sineyî, bawkit sineyî em zwanet aza le kwê hawirdewe? westa baqir ewendey tir tûře bû, ḧenîfe xanim naçar îtir dengî nekird û witî: qey naka û nanî bo hêna! dewr sûřayewe, tebe’e wek pêste řêwî qîmetî ekird! řojêk ḧenîfe xanim seyrî kird wa westa baqir be hełedawan û tepukut xoy kutayewe bo małewe û kenûyekyan hebû, çû lewê xoy şardewe! ḧenîfe xanim zanî çi base. çuwe ser kenuweke temaşay kird, wa westa baqir gurpey kirduwe, bangî kird: pyage heste wa le derewe qazanc dawat eken. westa witî: be qurbanit bim jineke bêje lêre nîye! ḧenîfe xanmîş witî: heste segbab řastewe dawat eken. westa dîsan witî: ḧefit car bêm be dewrta ḧenîfe xanim gyan, bêje beser êwe nehatgesewe! ḧenîfe xanim înca witî: qeḧbebab kwa xincukekanit?

ca ḧenîfe xanim afretêkî ’entîke û gałteçî bû. emey her bo pend legeł westa baqrî mêrdya gêřa, egîna hîç le arada nebû.