begey ḧisên mewlan hebû, pyawî mistefa beg ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  852 Dîtin

begey ḧisên mewlan hebû, pyawî mistefa begî «silêmankendî» bû. witî: çend daneye pêste řêwîm pê bû embird bo sabłax bîfroşim, ew sałeş řêwîy ḧîz bû, parey ne’ekird, şewê řêm kewte yaława, małêkî gewrem lêwe derkewt, çûme ewê, herke nizîk bûmewe afretêkî cwankele hat û ser řêgey pêgirtim witî: be xwa bawkim cêgeman nîye û pyawman le małewe nîye! her çend witim: kiçê afretî çak be, bem zistane û bem nêweşewe biçme kwê? hemû awayîy nûstûn kê řêgem ekatewe? hîç kełkî nebû, min zorim wit û ew kemî bîst, lêyda řoyşit û qapîyekey daxist, minîş le derewe mamewe, serma kutamî, naçar tepałdanêk hebû xom kutaye ewê.

şew bû be nîweşew seyrim kird qapî ḧewşe kirayewe û afretêk bebê çirpe hat bo tepałdaneke - nasîmewe ke eme afretekey êwareye - hat behêwaşî bangî kird: «ḧemedê hatûy? minîş xomim nebřikan witim: a! girtimołkeyekî bo fiřê dam witî: ewe bixo êsta dêmewe bo lat. ke kirdimewe temaşam kird, destesřêkî sipîy řîşudarî hełbestirawe piřyetî le gwêz û mêwij û badam, têrim lê xward.

lew wexteda afreteke hatewe û hate lamewe, destiman kirde milî yek û yekêkman kird! lepaşa pêy witim: ḧemedê gyan ke çûyte şar çîm bo dênî? minîş witim: be xwa xot ezanî hîçî tirim pê nîye, her řêwîye û řêwî eger parey kird her şitêkit wîst bot dênim. kitupiř lêm kişayewe û witî: ay řêwîy baweḧîz! eme toy? ewe çî ekey lêre? hełsa xêra řoyşit, witî: minîş le tirsa îtir nemwêra lewê danîşim, witim êsta eçê xełkim be sera eřjênê. hestam kadanêk bû, çûme kadanekewe.

zorî pê neçû temaşam kird jineke hate kadanekewe, be sebrê bangî kird: ḧemedê hatûy? minîş dengî xomim gořî leserxo witim: a hatûm! hate tenîştimewe, destiman kirde mil yek û lewêşa yekêkî tirman kird! paşan witî ḧemedê gyan ke çûyte sabłax çîm bo dênî? minîş witim: be xwa her řêwîye û řêwîy parey kird çît bwê bot dênim. seyrim kird dîsan xoy řapsikandewe û witî: ay řêwîy keranbawgaw ewe geyştîte êreyş? emey wit û lêy da řoyşit.

fiłanî, emca be tewawî tirsim lê peyda bû hełsam ewêşim becê hêşt, piştîre konêk hebû, çûme ewêwe, lewêş zorî pê neçû dîsan afreteke hatewe, serî kird be jûrekeda û minîş kokeyekî biçkolem kird. witî: ḧemedê ewe lewêyt? minîş zor be sebir witim: a.

emca be serbestî hate lamewe û destiman kirde milî yek, lewêş yekêkî tirman kird! lepaşa witî: ḧemedê ke çûyte şar çîm bo dênî? minîş witim: be xwa fiłanî her řêwîye û řêwî eger parey kird çît bwêt bot dênim. jine em care destî kird be pêkenîn û witî: xwa bitgirê, řêwî bo xot û bo ketinit, gûy toyş be gořî babî ḧemedê!

înca lêm pirsî: êsta pêm biłê bizanim basuxwas çîye? witî: çît pê biłêm? eme legeł ḧemedê keranbawgaw, goya diłman pêkewe bû, îmşew biřyarman dabû be yek ke bêt bo lam, ewa ew ḧîzełe xwêřîye nehat û toyş em ketnet gêřa, minîş witim: qeydî çîye ême be îşî xoman geyştîn herçend zorîşim serma bû.

beyanî îtir nan û şêwêkî başî damê û beřêy kirdim, ke řoyştim dinya bû be çêştengaw leser kanîyek danîştim desesře sipîm derhêna, hendê gwêz û mêwjî têda mabû xwardim. seyrim kird kabrayek hat ewîş danîşt, çawî be desesřeke kewt belayewe seyr bû, witî: bira ew destesřet le kwê bû? witim: bira nawit çîye? witî: ḧemedê. witim kewa bê hî toye û hemû karesatekem bo gêřayewe, kabra le daxa xerîk bû şeq berê û desełatîşî beserma nebû, min lew zelamtir û behêztir bûm, witim: bira tûřeyî pê nawê, toyş qise bike. kabra destî kird be pêkenîn û witî: wełła řastî eweye em destesře hîy mine gwêz û mêwij û badamim tê kirdibû û be dyarî birdim bo em dostem, pêşim witbû şewê dêm, îtir bom řê nekewt biçim, ewa to destî xotit weşand. witim: bira gwêy mederê, sûçî xot buwe, bo lemewdiwatan. destesřekem dayewe û pêkîşewe çûyn bo sabłax, ta naw şar hawřê bûyn, lewê îtir lêk win bûyn.