kabrayekî şarezûrî le aşnayekî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  916 Dîtin

kabrayekî şarezûrî, le aşnayekî bazirganî suleymanî, hendê kutałî kiřî ke payîz wextî ḧasłat parekey bidatê. bazirgan defterî girt, witî: de gez bilûrî, her gezê be dû qiřane, to biłê dû qiřan û nîw, eme 25 qiřan, bîst gez çît, her gezêk be taranîyek, to biłê dû qiřan û nîw, fîstêkî jinane bayîy sê qiřane, to biłê sê û nîw. kewayekî şaytanbêzî be heqî dirûn û hemû şitêkewe ekate syanze qiřan, to biłê panze. cûtê kewş û cûtê kiłaş heqekey no qiřane, to biłê de qiřan, qeynaka!

emaney le defterekeda nûsî û înca witî: ’ezîzim to mełê xatirim nagrê, dûkan dûkanî xote, bełam şitêk heye min qerzarî xełkim û toş heta sê mangî ke parem nadeytê, heşt qiřan ba qazancî bê! ewîş nûsra! paşan witî: řoḧekem xot le sayey xwawe xawen xerman û bere cûtî, ke xerman heł’egrî bayîy de panze taranî, her xerman loẍe be xełkî edey, ba heşt taranîş xerman loẍe bê. ewîş nûsra! we enca be kabray wit: her wekû ’erzim kirdî dûkan dûkanî xote her şitêkit pêwîst bû ewane heye!