kabrayekî pak û temîzî sineyî řojêk be...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  746 Dîtin

kabrayekî pak û temîzî sineyî, řojêk be pyadeyî be řêgada eřwa û egate qerax awî qişlax. ełê: min nadem lem řûbare cilekanim teř nakem, kesêk bibê wiłaẍêkim bo bênê swarî bibim. yaxud bimkate kołî bimbate ewber, çendî pare bwê eydemê. kabrayekî nayserî lewê ebê ełê: dû qiřanim biderê, min be koł etpeřênmewe. kabra dû qiřanekey edatê û swarî kołî ebê. kabray nayserî le naweřastî awekeda xoy eda be zewîda! hemû leşî ew hejare teř ebê. bem core eçne ew berewe.

sineyîyeke ełê: xwa bitgirê min boye parem da be to ke cilekanim teř nebê, to bo çî wat kird? kabra ełê: wełła qurban min be mindałî şîrî gamêşim xwarduwe, be dest xom nîye lêm buwe be xû, herçend biçme naw aw, ebê binûm! sineyîyekeş ełê: be xwa fiłanî cilekanî min wişk ebêtewe, bełam axrî to bem xuwe eçî!