kabrayekî kurd çuwe ser řûbarêk wîstî...
Li pirtûka:
            Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
        Berhema:
                Elaedîn Secadî (1907-1984)
        
             1 Xulek
             1378 Dîtin
        
        
    kabrayekî kurd çuwe ser řûbarêk, wîstî lêy bipeřêtewe, ney’ewêra. goranêk lewê řawestabû, pêy wit: bira em awe namba eger lêy bidem? goraneş witî: na. witî: ey eger birdimî? witî: eger birditî tifê bike le řîşim. kurde day le aweke. aw řapêçî da, lenaw awekeda xerîk bû exnika û tifî ekird le aweke. goraneke lay wabû eme tif lem eka. řûy têkird û pêy wit: tifî xot bike û biřo!