carêk eḧey kiřnû řêy ekewête awayî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  679 Dîtin

carêk eḧey kiřnû řêy ekewête awayîy serşane, pîrêjnêk berengarî ebê û seyrî ser û fesałî eka û ełê: bequrbanit bim wa dyare to ḧekîmî, kokeyekî bêfeřme, bełkû dermanêkim beytê bo em kokeye. ewîş hênay tozê zencefîlî wirdî daye, witî: be kefleme bîxo. destî bird kełeşaxêkîşî derhêna, řon - gerçekî têda bû, witî: emeş dermanêkî tire, lew wexteda ke keflemeke exoy, tozê lemeş be pence - şer’ şermî bo nîye! - le qingit hełsû, îtir be dû sê řoj çak ebîtewe!

pîrêjin çû keflemekey xward û řonekeşî da le xoy. ke çî kokekey zyatir bû! em care be demîşyewe etřî! bełam her ke etřî eyut: we řîş bawik ḧekîmeke!