yekêk le begzadekanî hełdin şewêkî zistan...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  846 Dîtin

yekêk le begzadekanî hełdin, şewêkî zistan, xoy û řenicberêkî le gwê agirdaneke beramber be yek danîştibûn. beg řanêkî diřawî lepêda ebê, hemû geługûnî dyar ebê. řû ekate řencebereke û ełê: řołe îmsał bexêr tutnêkî zor bikeyn, řezî serçaweşman îşełła! tirêy zor ebê, eyken be mêwij û doşaw, eçim le kerkûk hemûy efroşim, cwanu û espêkî çak ekiřim û qamçî řextêkî lê edem! řenicberekeş ełê: begim min du’a ekem, êsta ke xwa bîda qamçî derpêyek bikey, bo qamçî řext, ewsa xwa gewreye!