kabrayekî kurd çuwe lay melayek witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  789 Dîtin

kabrayekî kurd çuwe lay melayek, witî: qurban kwêxakeman zorim zułim lê eka û małim exwa, nazanim xwa le řojî qyamet heqim çon esênê? melaş witî: biraym, îslam gewreye, řojî qyamet xwa be to ełê lem pyawe xoş bibe qesreket çend bê ewendey tirit bo zyad eka, toş gerdinî aza ekey û xwaş ew ebexşê. kabra witî: mamosta, ke xwa witî: were lêy xoş bibe qesreket bo gewre ekem, ełêm bînayîy çawan, qesirim nawê, to kawle aşêkim biderê dû beşî diłope bê, bełam min lew segbabe xoş nabim!