fayeq bêkes le tewêłe mu’elîmî mekteb...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1451 Dîtin

fayeq bêkes le «tewêłe» mu’elîmî mekteb ebê, karbedestanî ewê legeł hînekanî sinûrî êrana hemû car hatûçoy yekyan ekird û nasrawî le beynyana hebû. carêk qomîserêkî taze hatbuwe nuxtekey ewberî tewêłewe, beşî êran. fayeq bêkesîş karbedeste here gewrekanî tewêłe ko ekatewe; wekû mamostay qutabxane û me’mûrî êstihlakit û katbî beledye û başçawiş û emane. wełam enêrê bo nuxtekey êran ke em karbedeste gewrane dên bo be xêr hatnî ew qomîsere tazeye! ewanîş karbedeste gewrekanî xoyan - wekû polîs û qayşê le jûr polîsewe û emnye û qomîser - hemû ko ebnewe û çaweřêy hatnî emane eken.

destey emla ko ebnewe û eřon.

fayeq ełê; êwe hîçtan deng meken, min bem qomîsere tazetan enasênim. ke egene lay ewan, ewanîş hemû berzepê řast ebnewe û be corî ’eskerî řa’ewestin, fayeq xoy le pêşa eçê û dest exate naw dest qomîsereke û pêy ełê: xomit pê enasênim «mifils alduley a’urî». eme ełê û le tenîştîyewe ewîş wekû ’esker řa’ewestê.

paş ewe «ř. a» eřwate pêşewe, fayeq ełê: pêşkeşt ekem em zate, «nêreker û sełteney metreqî». paş ew yekêkî tir eřwa, ełê: em zateş «mit’iqil xanî kerbabî paş ew «ş. c» eçête pêşewe, ełê: emeş«mêbazułła xanî e’recî». paş ew «t. r» eçête pêşewe, ełê: emeş «sîfe alduley serxoşî». paş ew «ş. n. s» eçête pêşewe, ełê: ew zateş «pêkełła xanî şarbî». paş ew «c. ş» eçête pêşewe, ełê: emeş «mitî’ almimalkî hełeweřî». paşan «m. q» eçête pêşewe, ełê: emeş «řeqel alancimenî bêhêzî». paş ew «ḧ. ş» eçêt, ełê: em zateş «wirg almilkî awsî». paş ew «’. ’» eçêt, ełê: em aẍayeş «şekenêr û lihmumaywinî xiřnûkî».

bem core hawřêkanî xoşî pêşkeş eka. kabraş lem elqabane serî suř emênê û emanîş le diła le kułî pêkenînan û deng naken; paşan lêk aşkira ebin û ebê be bezmî pêkenîn û hera.