elyegwer xanî sincarî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1072 Dîtin

«elyegwer xanî sincarî»:

elyegwer xanî gewre, «gewher»y hawserî jyanî, koçî dwayî eka û eçête ser gořekey, bem şî’raney xwarewe eylawênêtewe:

ye çe zułmî bû kerdî le bargem
enguşt nahał kerî eşarem
war bûyt we burc eqił westawem
kûr kerdî seraw serçeşmey zeynim
nabîna kerdî řewşenî ’eynim
bezeyît nama we cese û hałim
xamûş kerdî şewçiray małim
xanim xoşxû xuşxeyałim řû
hamřaz û hamqewł sû êwarim řû
hem haz piştim, hem zûr bałim
sam sikender, situn małim
desey gîswan nim dadey guław
xerîke le twî erz bê ecaw
sewł sayedar, er er qametim
bêwade birdî ta qyametim
xerman emirim pey berdarî we bad
le des cewrit fełek hezar dad!
nada her kesê man min gerden
çûn ferhad şîrîn ermen merden!
***
giłkoy tazey leyl, giłkoy tazey leyl
ban ta biçîm we ser giłkoy tazey leyl
we diłey xemîn we meyl piř keyl
esrîn le dîdem meřjya çun seyl
çûm we serîn şeyday dił le cûş
kêl mezarekey girtim le baweş
dîm siday meyut le jêr xakewe
eweş çû eřay kes nehatuwe
gewher wat: serdar sayey serî min
şêr şimşêr şûř dilawerî min
dî des kuta ke le zarî û şînim
ne tû ferhadî, ne min şîrînim
xak bî’ecaw serd kirdye meylim
ne tû çu qeysî, ne min çu leylim!
biçû xerîk we we zîndiganît
fikir ke we hał dewranî fanît
bazař gerdûn her îde kerden
kê ezîz we xak xałî nesperden?!
fełek baxewan tûle nemame
îçîn menero ew çîn temame!
bazař gerdûn îde karşen
her satê sed řeng le bazařşen!
yeke swarekey fire nazarim
řan řikawxas we řûy hezarim
kirdey yekêke ne daro derec
emanet ton, emanułła û fereccûte kuřekey bûn.