padşayek kiçêkî nazdarî hebû nexoş kewt...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  835 Dîtin

padşayek kiçêkî nazdarî hebû nexoş kewt, padşa witî: her pizîşkêk hat bo çakkirdinewey, nabê kiçekey çaw pê bikewê, eger çakîşî nekirdewe û neyzanî çîyetî, leserî edem. leber em merce, hîç pizîşkêk neywêra bête ser kiçe, ta řojêk pizîşkêk hat, witî: kiçeke le jûrêkî tir û minîş le jûrêkî tir bim. tałe dezûyek bibestin be destîyewe û minîş lem lawe serî dezuweke bigirim, ew wexte bom der’ekewê nexoşîyekey û pêtan ełêm; eger bem core padşa eyewê dêm.

paşa witî: başe min bem core emewê, bełam hat bo ewey pizîşkeke taqî bikatewe, witî: be corê ke pizîşkeke agay lê nebê serî dezuweke lebatî ewey bibestin be destî kiçekewe, bîbestin be destî pişîleyekî nexoşewe, bizanin em pizîşke ełê çî?

hatin wekû padşa witî, wayan kird û serî dezuwekeyan hêna le jûrekey tir dayan be destî pizîşkekewe. pizîşkeke serî dezûy girt, tozê sersamî girtî. padşa witî: boç wa sersam bûyt? witî: «padşahim zor serim sûř emênê, seyr ekem em nexoşe goştî mişkî bo başe û bewe çak ebêtewe». padşa hesta û nawçawanî maç kird, witî: řaste pizîşkît û karesatekey bo gêřayewe.

witî: emeş bo ewe wam kird, çunke le pêşa gelê pizîşkim hênabuwe ser em kiçe, her ke ehate serî lêy epirsî to çîte? ewîş leber ewe be tewawî derdekey xoy ne’ezanî, eçû şitêkî ewt ke lay wabû eweye, eweş nebû. pizîşkeke dermanî ew derdey edaye, ewîş le řastîda ew derdey nebû, dermaneke zyanî boy ebû, ta way lê hat be tewawî kenifit bû. îtir minîş witim ebê pizîşk xoy bizanê derdî nexoş çîye. ke derdî zanî, derman asane.?nexoş ke xoy bizanê çi derdêkîyetî, etwanê xoyşî derman bika.