ḧacî qadrî meḧwî biraymî şatrî meř û mał...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  884 Dîtin

ḧacî qadrî meḧwî biraymî şatrî, meř û małatêkî êcgar zorî bû. le beharana ke meř eza, be carê dû hezar meř û berx eřjane yek; ebû be qaře û bařeyek ew serî nebêtewe. gelê carî wa ebû le naw em hemû małateda berxêk ber daykî xoy ne’ekewtewe û lew naweda destî ekird be bařebař. ḧacî le naw dewarekeda da’enîşt, her ewende bû gwêy le dengeke bû, eyzanî eme çi berxêke û hî çi daykêke. bangî ekird eyut: ewe fiłane berxe û hî fiłane mêye, biçin bîgirin û bîxenewe berî.