fayeq bêkes gêřayewe witî mekteb le tewêł...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  858 Dîtin

fayeq bêkes gêřayewe witî: mekteb le «tewêłe» hebû, be minałanman exwênd. řojêk dû mindał bû be şeřyan. yekêkyan hate lay mudîreke şikatî kird, witî: efenî ew kuře, gazî girtuwe le gwêçkem. efenî minałekey tirî bang kird û witî: hetîw boç gazit le gwêçkey em minałe girtuwe? mindałekeş witî: «efenî be xwa min gazim lê negirtuwe xoy gazî lê girtuwe». efenîş witî: «hetîwe zołe, wis be. qiseyek bike biçête eqłewe, boç mangaye xoy gaz le gwêçkey xoy bigrê?!».