pyawêk gêřayewe witî çûme ḧucrey melaye...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 2)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1112 Dîtin

pyawêk gêřayewe witî: çûme ḧucrey melayek, ke be minałanî exwênd, seyrim kird her xoyetî. witim: efendî ewe kwa minałekan? witî: wan le kołana yarî eken. witim: ḧez ekem çawim pêyan bikewê. witî: «fiłanî nawêrim legełit bêm pêşanit bidem, xot biço ewa lew kołanen, çawit pêyan bikewê, bełam serit řût ke, newek le dûrewe be minit bizanin, dên û be pence û fîke çawit kwêr eken».