kabrayek eçête şarî koye, hejar ebê...
kabrayek eçête şarî koye, hejar ebê, dest eka be tûr firoştin. řojêk le kołanêka bang eka «hay tûr be nan, be pare, be birinc, be sawer, be nok, be tirxêne, be nîsk, be maş». wa řê ekewê gelê le pyaw maqûłî şareke le małî pawêkî gewre danîştibûn, gwêyan le tûr firoştinî kabra ebê, bangî ekene jûrewe. eyanewê ser bixene serî, epirsin: «tûreket beçî edey?» ełê: «be hemû şit». ełên: «be gûy edey?» ełê: «eger be kêrî xom derî bênim, bełê».
yekêkyan lêy epirsê: to xełkî kiwêyt û małit le kwêye? ełê: suleymanî û małîşim le geřekî hołîye. ełê: erê řaste ełên jinî «hołî» hemû leber derga bebê serpoş da’enîşin teşî eřêsin û binêşt ecûn? her pyawê be berdemyana biřwa temaşay eken! kabra ełê: be xwa qurban řaste, zor bêşermin, ełêy le awî ḧemamokkanîyeke le koyeyan xwardotewe!