kabrayek kaẍez bo dostêkî enûsê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  933 Dîtin

kabrayek kaẍez bo dostêkî enûsê, eyewêt hendê şitî beynî xoyanî bo binûsê, bełam kabrayekî tir le bin destîyewe danîştibû û seyrî kaẍezekey ekird, emîş leber ew, qisekey ne’enûsî. înca nûsî: bira segbabêk le bin destimewe danîştuwe kaẍezekem exwênêtewe natwanim hîçit bo binûsim! kabray bin destî witî: kuře kabra boç cinêwim edeytê, min key seyrî destî tom kirduwe? ewîş witî: eger netkirduwe çon ezanî cinêwit edemê?!