kabrayekî kurd carêk řuwew qîble...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  723 Dîtin

kabrayekî kurd carêk řuwew qîble danîştibû û destî be aw egeyand. melayek çawî lê bû, çû lêy kird be hera witî: kabra tełaqit kewt, carêkî ke tuxnî jineket nekewî! çunke! herkes řuwe û qîble mîz bika tełaqî ekewê. kabra îtir neçuwe lay jineke. mela le paş beynê jinekey mare kird! kabra witî: bełkû helêkim bo hełkewê tołey xom le mela bikemewe. kitupiř řojêk be sera çû û seyrî kird wa mela řuwe û qîble mîz eka! witî: ay mela! ewe řuwe û qîble westawî mîz ekey? be xwa tełaqit kewt! mela witî: řołe serekeym werçerxanduwe!