kabrayekî şelî qisezil řojêk tûşî deste...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  661 Dîtin

kabrayekî şelî qisezil řojêk tûşî deste jinêkî cwan ebê, pîrêjnêk le pêş deste jinekewe eřwa. şele epirsê: pûrê em cwanane bo kwê ebey? pîrêjin ełê: eyanbem çakyan ekem! şele ełê: pûrê be qurbanit bim herçende qaçêkim şele, bełam nêrim! pîrêjin ełê tikat lê ekem řû - zerdim meke, swêndyan dawim le kerî şelyan çak nekem!