melayek hebû şar be şar egeřa, mekirî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  939 Dîtin

melayek hebû şar be şar egeřa, mekirî jinanî enûsîyewe ke bîka be kitêbêk. řojê řêy kewte şarê, jine bazirganê bîstî ke em melaye hatuwe û îşî eweye. dozîyewe û nardî be şwênya, bo paş nîweřo hênaye małewe. lêy pirsî: heta êsta çît nûsîwe le mekirî jinan? melaş witî: xanim hîç nemawe neynûsim û dû sê serguzeştî bo hełda! le paşa jine witî: sibeynê bełkû bo nîweřo bêyt bo êre birayekim le wiłatêkî dûrewe, kaẍezêkim bo binûsî boy, qawełtîyekeşt lêre bike. mela witî: başe û lêy da řoyşit.

jine êware legeł mêrdekeya çiłe mişkênyan kird leser destê cilî girûnî. beyanî mêrdekey çû bo dûkan,. jineke dest û bird mirdişkêkî ser biřî û mencełê qubûłîşî lêna. mela hat witî: mela ewa qawełtîyekî nayabim bo dirust kirdûy kaẍezekem bem core û wawa bo binûse heta naneke pê ega. lewlaşewe çû minałêkî dirawsêy nard witî: be řakirdin biço be mêrdekem biłê şitêkî xirap qewmawe her êsta bigeřêtewe bo małewe!

înca dergay daxist û le tenîşt melawe danîşt. katêkyan zanî yekê zor be pelepel le dergay da, jine bangî kird kêye? witî: were derga bikerewe, dey! jine mistekołeyekî le singî xoy da witî: eye řo ewa mêrdekem hatewe, xwa ezanê ewende diłî pîse her nebêtewe! çawî be tûleyek bikewê har ebê êsta her çawî be ême bikewê be xencer herdûkman şeq û peq eka!

mela witî: bo xatrî xwa xot çarê bidozerewe. witî: mela çar her eweye biçîte naw ew sendûqe gewreyewe û nefes le xot bibřî! mela witî: başe û gurc çuwe sendûqekewe. jineke qufłêkî le sendûqekeda, kilîlekey naye gîrfanî û řay kird bo qapî, qapî kirdewe û mêrdekey hate jûrewe û witî: ewe çî qewmawe?

jine witî: leme xiraptir çî biqewmê? hey řo, hey řo înca em ḧismete le kwê bênmewe?! mêrdekey witî: çî buwe zû pêm biłê diłim teqî. witî: pyaweke! dwênê melayek hatbû, mekirî jinanî enûsî, hat le řêy xwada dwênê êware, menîş çend pûlêkim daye, keçî îmřoş hatewe, zelamêkî mil huř pelamarî dam û xistimî. derpêyekemî letupet kird! le hawar hawarî min ew mindałî dirawsêye hat be dway toda!

witî: înca melake çî lê hat? witî: ke to le qapîyket da îtir wazî le min hêna û çuwe naw ew sendûqe gewreyewe, minîş qufiłim lêda, êsta ewete le sendûqeke daye!

kabra xencerekey hełkêşa û witî: a bide kilîleke. jine kilîlî daye destî, kabra kilîlî na be qufłekewe! jine witî: hay, hay nemanbirdewe? we destî kird be pêkenîn be xwa destê cilî gurûnî batmanîm ewê?! mêrdî witî: bo çî eme mebestit lem bend û bawe ewe bû ke çełe mişkênîyeke lê berîtewe jineke pêkenî û witî: erê wełła. kabra kilîlekey fiřê da û xoy tûře kird û witî: axir eme îş bû to kirdit? min nawkim kewt! jineke witî: qawełtî bike! mêrdekey witî: quzełqurit exom û be monîyekewe lêy da řoyşit!

le paş řoyştinî mêrdeke, jineke sendûqekey hełgirt, ke temaşay kird melay quřbeser řengî pê nemawe, her çawî zerd eçêtewe! înca pêy wit: mela hełse qawełtî bike! mela witî: bo xatrî xwa! to dergakem lê bikewe biřom be xwa qawełtî tom nawê! witî: mela desa mela! tikat lê ekem em serguzeşteyeş bixe kitêbeketewe! mela witî: tobe, şerit bê be şertî pyawan îtir carêkî tir basî jin nekem, xoyan û mekiryan be gerûy aşa biçin!