kabrayek kurdî şarî, jinêkî hebû řojê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  628 Dîtin

kabrayek kurdî şarî, jinêkî hebû řojê kułabû be destyewe, be hîç cor pişûy ewey ne’eda ke tozê biḧesêtewe, ya çawî be dostêkî bikewê.

řojêk yekê le hawřêkanî le řêgada tûşî bû, temaşay kird wa sebeteyek tirêy beser sereweye û bepele řa’eka û hey tirê eka! pêy wit: bira řaweste çak û çonîyekit legeł bikem û bizanim bo çî dyarnît? kabraş her be dem heřakirdinewe witî: lêm geřê destim naga û îşim heye! emîş gwêy nedaye, ser řêgekey lê girt û witî: kure çîyt tê bigeyenim? derfetî ewem nîye qise legeł kes bikem! be naxêrî gyanim jinim hênawe, jinekem her le nîweşewda hełm estênê û sebeteye çewenerim eda be sera ełê biço bîfroşe, ke ewe efroşim û eçmewe sebeteye şêlmî bo danawim bebê ewe danîştim eweşim eda besera ełê biřo, ke ewe efroşim û eçmewe temaşa ekem tirêy bo danawim ełê eweş bere! îtir em core emřetênê. kabraş pêy wit: ca ke wate biram tełaqî bide û xot řizgar ke. witî: kure destim naga tełaqî bidem ewende pişûm nadatê çawê bikemewe û çareserêkî xom bikem.