meḧmûd paşay caf taze hatbowe, kabrayek...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  675 Dîtin

meḧmûd paşay caf taze hatbowe, kabrayekî kurd eçê bo lay bo bexêrhatnewe, mistê nawke «qezwan» yiş legeł xoy eba be dyarî bo paşa, eçê û nawke qezwan ekate kuçełeyekî darênewe û le berdemî paşada day enê û ełê: mîrim wexêr bêtewe! em nawke qezwaneşim we dyarî bo hawridgî, pêy nawê bîteqênî, xom teqangyanme. paşa seyrêkî nawke qezwan ekat û be kabra ełê: kuře, keçeł, emet beçî teqanduwe? ełê: mîrim weçî teqangime? ewem digane gwawîyane. meḧmû paşa zerdexeneyek egrê û hîçî tir.