’êl serewjûr bwewe bo kwêstan eçû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  604 Dîtin

’êl serewjûr bwewe bo kwêstan eçû, dwa dwayyekey le «şilêr û nawxiwan» bû, kabrayekî kurd lewê ekewête bîrî ke keway nîye, bepele egeřêtewe bo pênciwên eçête ber dûkanekey «ewřeḧmanî ḧemey wesmanî xeyat» pêy ełê: kewayekim bo dirust ke. ełê: pênc qeran. ełê: lew çîte bê. ełê: şeş qeran. ełê: nawekey zor bê. ełê: ḧewt qeran! be kurtî kabray kurde heriştêk ełê, ewřeḧman qiřanêk boy ser ekewê, ta egate panze qeran! kabra ełê: xase birakem bom dirustike û bîye we desmewe, ba bigem we xêłeke.

ewřeḧman tope çîtêk da’egrê û meqestî tê exa boy bibřê, kabir her dest edate tifengekey û awqey sersingî eka ełê: dwît bawik, westay bergidûr! panze qiřanim lê estênî û gerekte we qeyçîş parçe parçey key û desim bûřî! we kelam her êsta etkujim. ewřeḧman ke wa ezanê ełê: bira eme hîn to nîye, hînekey to wa le jûrewe le cilxaneke, suřêkî bazař bixo û werewe keway xot leber ke! kabra ełê: de wa bêje.

kabra eçê bo naw bazař û ewřeḧman be şagirdekey ełê pênc û şeş teqełî bike û bîhênewe, ta kabra egeřêtewe, kewa tewaw ebê û leberî eka, ke qołî tê heł’ekêşê leser şanîyewe teqełekanî hemû ber ebê û eşkewtî tê ekewê. ewřeḧman her řast ebêtewe zileyek emałê be bonagwêy şagirdekeda û ełê: keranbawgaw min witim gîrfanî le tenîştewe bo bike ya leser şanewe? kabraş ełê: ewe derdit wê, dwît bawik gîrfan leser şanewe ekey bo keway xełkî.