ḧeme begî ḧacî řesûł beg witî: ḧemey pû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  581 Dîtin

ḧeme begî ḧacî řesûł beg witî: ḧemey pûre safye boy gêřamewe witî: şêxan le suleymanî zor le birewda bûn, dest û pêwendyan îtir îşyan her ewe bû ke le xełkyan eda û tałanyan ekirdin. řojêk barê kałekim le jinêkî «şemeyî» be şeş taranî kiřî, parem daye û bare kałekim birde dûkan, wextê hełm piçřî tenha derga barekey sê çwar kałekî tya bû ewî tirî hemû zirkî xełûze lê diraw û kałeke şikaw bû, minîş destim lê neda.

wextê çêştengaw jineke hat û daway cewałekey kirdewe, be zimanêkî şîrîn be jinekem wit: daykim xo to kałeket be min firoştuwe eme çîye? hîçî be kełk nayet, bêne şeş taranîyekem biderewe û kałekî xot çî lê ekey bîke. pîrêjin witî: małêke û firoştûme û parem wergirtuwe û toyş kiřîwte, xwa bika pûłêkit bo neka.

leser em qiře qiřeman dirawsê dûkanekan kobûnewe kewtine beyniman û wityan: fiłanî eme afrete, ba taranîyekit bidatewe, toyş kałekeke hełřêje xwa bot efroşê. min bem qiseye řazî bûm, bełam pîrêjin hełîtîzand û witî: quř beserit min lewane nîm kes bitwanê teşqełem pê bika, bizane êsta çilon cewałî xom be şeq esênmewe. lêy da řoyşit.

zorî pê neçû temaşam kird hatewe û hetîwêkî legeł bû, sełteyekî sûrmey konî leberda bû. nuşteyekî le qołî řastî bestibû fîşe kilẍêkî şiřî le pişta bû, lîsêkî be destewe bû, pîrêjin řûy kirde hetîweke û witî: em beqałeye. îtir hetîw bebê hîlu gifit lîsî řast kirdewe û witî: be serî şêx se’îd, qeḧbab, her êsta cewałî em jine nedeytewe bem lîse hemû leşt eşkênim. minîş ke wam zanî le diłî xoma witim wa çake minîş fêłê bidozmewe.

her hełsam û řam kirde jûrî dûkaneke kutekêkî zilim hebû destim daye û hatim, witim: bo çî segbab min bêkesim? beserî seyd eḧmedî babe řesûł lem ber dûkanema neřoy barit kutek ekem! legeł eweş ke be ’umrî xom małî hîç şêxêk neçû bûm û hîç aşnayetîyekim nebû.

hetîwe, ke bem ḧałey zanî witî: axir bizanim cwałeket bo çî lê gil dawetewe? minîş be tûřeyî witim: min kałekim lem pîrêjne qoře kiřîwe. kabra emca zor be nermî witî: bira to ’aciz mebe ba min temaşay kałekeke bikem. hat û çawî be kałek kewt řûy kirde pîrêjneke û witî: mîmke be xwa em feqîre heqyetî, eme hîç kałek nîye! emca witî: bira řêkewn, şitêk pare bidatewe û toyş cwałekey biderewe.

herçend kabra zor be şîrînî qisem legeł eka, min be taybetîy her xom gurc ekemewe qołim heł’emałim û be tûřeyyewe cwabî edemewe! witim qeynaka nîwey parekem - ke sê qiřane bimdatewe - minîş cewłekey edemewe. hetîweke witî: nawełła bo xatrî min dû qiřanî lê wer bigre û cewałî biderewe. witim: aliḧkim lile ba xatrî to bê.

îtir herçend pîrêjin hawarî kird, «kuře xoy be taranîyek quřawî exwardewe» hîç kełkî nebû, witim: be serî seyd eger le ber xatrî em deste biraye nebuwaye be sê taranîş řazî ne’ebûm! axrî dû taranîm lê wergirtewe û gelêkîş pařayewe. emca minîş cewałekem dayewe.