sałêk lale serḧedî řuẍzayî małyan le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  581 Dîtin

sałêk lale serḧedî řuẍzayî małyan le «pêwaz» ebê temaşa eka le dûrewe karwanêk řet ebê û kuřgelîş her kes le małê xoy danîştuwe û hîçî naçê bo řawwiřût! bang eka: ayey! hetîwel xo min tewem kirdige êwe bo wa danîştigin? temaşa ken ew karwane, be xwa řeng wê kutał û wişke kiruştî xasyan pê wê! kuř gel legeł emeyan bîst be carê tawyan daye ser karwan. lale serḧedîş tezbîḧekey be destewe bû her zîkirî ekird û çawîşî le karwaneke bû.

kuřgel geyştine karwan hendê qiseyan kird, îtir bebê ewey hîç bênin řast geřanewe. lale serḧed hat be pîryanewe pirsî: ewe çî wu, bo çî herwa geřanewe? wityan: bexwa lale çûyn řûtyan bikeynewe, keçî swêndyan xward wityan xełkî qereçêwarîn û pyawî şêxîn! êmeş le tirsî ewey newek şêx ḧesen tûşî mocîzeyekman bikat îtir wazman lêhênan! lale witî: biřon, biřon hey ’emirtan nemênê, hetîwê ewende bê feř wê bipirsê erê zwareke le kwêwe dên? bo kwê eçin û pyawî kên? hełwet ewanîş yêjin pyawî şêxîn - řoḧim we fîday wê - carêkî ke wem core we ḧîzî biçin û bênewe be serî ew şêxî qereçêware lêtan qwîł nakem û herçî xirawe pêtan yêjim!