melayek gêřayewe witî: řojêk zistan bû le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  731 Dîtin

melayek gêřayewe witî: řojêk zistan bû le jûrî mizgewt leber agir be tenha danîştibûm temaşay kitêbim ekird, katêk řwanîm zelamêkî çwar pel qewî, milhuř, baweşê pirçî be serewe bû hate jûrewe, cûtê kewşî şiřî le pêda bû, kewşekanî dakend, her pêyekî pê xwêk quřî pêwe bû, yekřê çuwe ser bermałekan, minîş bangim kird: derwêş xo to lay xot derwêşî çît kird? hemû berew bermałî mizgewteket le nwêj bird. leser eme ewendem zanî derwêş lêm řapeřî û witî: mela, mela aqił be bo xot, carê min derwêş nîm xelîfem û toş mela nît, eger mela bûytaye etzanî, çunke şêx be qurbanî bim fermûye be şer’ quřî zistan ’afuwe.

înca mela witî: bom derkewt ke xelîfe bo şerkirdin hatuwe minîş twana û hêzî qoł û bazûy ewm nîye û le mizgewtekeda nîye ke leserim bikatewe nemwêra deng bikem xelîfe be pêy quřawîyewe berubermałî hemû le nwêj bird û nwêjêkîşî kird ke selamî dayewe hate ber agireke biranberim danîşt, witim: xelîfe eger dû sê qiset lê bipirsim cwabim edeytewe? witî: bełê bipirse řenge wa bizanî hîç nazanim, ême kamey hîç nezanîn le to melatrîn! pirsîm îman çîye û dîn çîye? xelîfe cwabî damewe, bełam be tûřeyyewe witî: îman xwaye û dîn pêẍembere! pirsîm pêẍember nawî xoy û bawkî çîye? xelîfe dîsan çawî lê derpiřandim û witî: pêẍember nawî - miḧemed - e, bawkîşî be qurbanî bim nawî şîx ewłaye.