le geřekî kanêskan afretêk ebê xanim...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  787 Dîtin

le geřekî kanêskan afretêk ebê «xanim xas»y naw ebê, bûkêkîşî ebê «meyas». bûkî newsin û xesûy çirûk hemû çêştêkî lejêr kilîl û qifłida ebê. řojê dirawsêyekyan leser tenûrekey ewan nan eka. meyas eçê lewaşeyekî pê eka û be germî eyhênê bîka be çingał. têfkirî xesûy kopełeye řonî kirduwe be singî heywanekeda û heywanîş taze swax dirawe eger beser swaxekeda biřwa şwên pêy dyar ebê. kitupiř fêłêk hat be xeyałya tiřî xesûy pê biřî!

gwêdrêjê le ḧewşe bestirabowe swarî gwêdrêj bû. çuwe ber singî kupełe řon, çingê řonî derhêna naye ser lewaşekey û geřayewe, çingałî xoy xward, kerey nebestewe xoy çowe ser tenûr û destî kirdewe be nan kirdin, xesûy hatewe, têfkirî ker çote heywan ber kupełey řon! ke kupełey dagirt řwanî le çingî afret lêy derhatuwe, ay heres we małim! witî:

şwên simî xere û çingî meyasê
min lem ketne, sa, serim emasê!