ḧeme begî qadir begî caf ’emrî xway...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 1)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  904 Dîtin

ḧeme begî qadir begî caf ’emrî xway kirdibû. pê xoyk quřyan girtibowe zelamêk be xake nazewe řawestabû herkes bihataye xake nazê quřî eda serya û her eẍařoşî ekird. kabrayekî misgerî sineyî le awayyekeda bû, be lay zelamekeda řabûrd û ewîş gurc xake nazê quřî da be ser misgerda û witî: dey misger toş aẍařo bike!

ewîş hîç xoy têk neda, destî kird be şîwen û mencełî gewre gewrey çêşt lênrabû, misger çû pişkoyek agirî zilî hêna, kabray xizmetkar kołencey le bera nebû û yexey kirabwewe, tîlme benêkîşî le pişta bû, misger pişkokey hawîşte baxełyewe û herdû destî girt û witî: ba pêkewe şîwen bikeyn!

zelameke, tînî pêgeyşit û witî: kure berim de sûtam misger witî: heqte bisûtêy aẍat aẍay çak bû. witî: kuře misger berim de sûtam witî: her to nesûtawî êmeş sûtayn! witî: misger mirdigit mirê berim de giřim tê ber bû! witî: aferîn bo to bexwa xizmetkarêkî diłsoz û be wefay bo aẍaket witî: misger, keranbawgaw berim de be agirî řasteqîne sûtam! îtir misger destî bereła kird, bełam kabray quř beser larqebirẍey be tewawî sûtabû!